Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 8 mirî 53 birîndar

Li parêzgeha Herata Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin.

Ekleme: 13.03.2021 15:35:21 / Güncelleme: 13.03.2021 15:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 8 kes canê xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Heratê Sayed Wahid Katalî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Katalî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, êrîş li hember qereqoleke polêsan hat lidarxistinç

Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)