Li Amerîkayê dê ji malbata George Floydî re 27 milyon dolar bê dayîn

George Floyd di 25ê Gulana sala 2020î de dema ku li bajara Mînnepolîsê hat xwestin bê binçavkirin polêsan pêl stûyê wî kirin û ew kuştin.

Ekleme: 13.03.2021 10:40:24 / Güncelleme: 13.03.2021 10:40:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama doza ku hat dîtin de di navbera terefand lihevkirin çêbû. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin konseya bajara Mînnepolîs dê 27 milyon dolar bide malbata Floydî.

Piştî ku Floyd ji teref polêsan ve hat kuştin re li tevahîya Amerîkayê xwepêşan hatin lidarxistin û li gelek bajaran di navbera polês û xwepêşandêran de pevçûn derketin.(ÎLKHA)