“Xwedîderketina li Qudsê wezîfeyeke Îslamî û îmanî ye”

Ji ber minasebeta Hefteya Qudsê ya Cîhanê ji teref Cemîyeta Mustezafan û Platforma Qudsa Azad ve li ber Camiya Mizgefta Mezin a Diyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Ekleme: 12.03.2021 17:10:26 / Güncelleme: 12.03.2021 17:10:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Lijneya Parastina Nirxên Muqaddes a li Dijî Cihûkirinê Ustad  Nasîr Hedmî ji Filistînê bi rêya telefonê beşdarî daxuyanîyê bû û derbarê ehemîyeta Qudsê de destnîşan kir, divê desteka ku ji teref Mislimanên Tirkîyê û Kurdistana Bakur ve ji bo Quds û Filistînê tê dayîn her berdewam bike.

Piştî axavtina Hedmî vêcar jî Endamê Lijneya Birêveberîya Cemîyeta Mustezafan Cemîl Cahît Unsal axavtinek kir.

“Temamê xebat û hewldanên ku ji bo Qudsê tên kirin muhîm in”

Unsal di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, li ba wan temamê teşebûs û daxuyanî û xebatên ku ji bo Qudsê û muhafezekirina wê tên kirin û tên dayîn muhîm in û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Xwedîderketina li Qudsê wezîfeyeke Îslamî û îmanî ye.Ji bo Quds û Mescîda Eqsa bê rizgarkirin divê her tim di rojevê de bê girtin. Her wisa pêwîst e ku birêveberên dewletan  temamê berjewendîyên xwe yên sîyasî û îqtîsadî deynin alîyekî û temamê pêwedîyên xwe yên  bi rejîma îşxalê ya siyonistan re qut bikin û dawî li wan bînin.”

“Em  ê bi mal, can û xwîna xwe li Doza Qudsê xwedî derkevin”

Unsal di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, heta ku Misliman bi xwe jî li ser rûyê erdê bimîne ew ê Quds wek dozekî bimîne û dû re wiha got: “Rejîma îşxalê ya siyonist û piştevanên wan divê vê yekê zanibin, heta ku Mescîda Eqsayê ji bin esaretê rizgar bibe ew ê ev micadeleya bi izzet berdewam bike. Ji ber vê yekê ji bo îşxal bi dawî bibe em ê tiştên ku dê ji destên me bê bikin. Em  ê bi mal, can û xwîna xwe li Doza Qudsê xwedî derkevin.”

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMA Mela Enwer Kiliçaslanê ku beşdarî bernameyê bû, li cihê bernamê li ser înternerê bi zindî beşdarî bernameya ku li Qudsê dihat tertîpkirin bû û derbarê ehemîyeta rojevê de axavtinek kir.(ÎLKHA)