Guterres: Ev 10 sal in ku dinya xwîna ku li Sûrîyê tê rijandin temaşe dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres derbarê şerê li Sûrîyê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 11.03.2021 10:30:28 / Güncelleme: 11.03.2021 10:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Guterres di daxuyanîya xwe ya ku ji ber 10emîn sala şerê li Sûrîyê,  da endamên çapemenîyê de  destnîşan kir: “Xwepêşanên ku berî vê 10 salan bi şikleke aştîyane dest pê kirin li rasta tundîyê hatin û di encamê de şereke bêdawî det pê kir. Di encama vê herbê de bi sed hezaran Sûrîyeyî mirin û bi milyonan Sûrîyeyî jî ji cihên xwe bûn.Dîsa di vê herbê de bi hezaran kes hatin girtin, îşkence li wan hat kirin. Talan û taxrîbata li Sûrîyê bi gotinan nayê îfadekirin. Ev 10 sal in ku dinya xwîna ku li Sûrîyê tê rijandin temaşe dike.”(ÎLKHA)