Li bajarên bakurê Kurdistanê Qendîla Mîracê hat îhyakirin

Qendîla Mîracê ya ku tê zanîn Pêxemberê me Hz. Muhammed di wê rojê de derketiye hizûra Xweda Teala li gelek cihan bi dua û îbadetan hat îhyakirin.

Ekleme: 11.03.2021 10:05:30 / Güncelleme: 11.03.2021 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Her weke ku tê zanîn Hz. Muhammed(s.x.l.)  di şeva Qendîla Mîracê de,  Xwedê Teala  wî ji  Mescîda Haramê aniye Mescîda Eqsayê û ji vir jî derketiye hizûra Xweda Teala.Ev şeva ku bi vî awayî tê zanîn ji teref Mislimanan ve li Diyarbekir, Êlih, Wan,Şirnex, Xarpêt,Agirî, Bîngol û gelek bajêrên din a bakurê Kurdistanê bi dua û bi îbadetan hat îhyakirin.

Xelk ji bona ku Qendîla Mîracê îhya bike berê xwe da mizgeft û camîyan. Li camiyan ji ber minasebeta Qendîla Mîracê Qur’ana Kerîm û Mewlûda Şerîf hat xwendin. Her wiha ji bona temamê alema Îslamê dua hatin kirin.(ÎLKHA)