Rejîma îşxalê ya siyonistan Îmam Xatîbê Mescîda Eqsayê destser kir

Şêx Îkrîme Sabrîyê ku Serokê Lijneya Îslamî ya Bilind a Qudsê û Îmam Xatîbê Mescîda Eqsayê ye ji teref siyonistên îşxalker ve hat desteserkirin.

Ekleme: 10.03.2021 13:35:18 / Güncelleme: 10.03.2021 13:35:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên îşxalker di ser mala Şêx Îkrîme Sabrîyê ku Serokê  Lijneya Îslamî ya Bilind a Qudsê û Îmam Xatîbê Mescîda Eqsayê ye de girtin. Tê diyarkirin Şêx Îkrîme di êrîşa ku li ser mala wî de hat kirin de, hat desteserkirin.

Şêx Îkrîme berî vê çendakî ji ber minasebeta Qandîla Mîracê bang li tememê Mislimanan kiribû da ku werin ziyareta Eqsayê û gotibû: “Mudafakirina Eqsayê ferz e.”(ÎLKHA)