Serwîsa xwendekaran gindirî newalê: 2 mirî 22 birîndar

Li Sasona navçeta Êlihê serwîsa xwendekaran qeza kir. Di encama qezayê de 2 kes wefat kirin û 22 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.03.2021 12:05:27 / Güncelleme: 10.03.2021 12:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza di wextên şeveqê de li gundê Keçrenga girêdayê navçeya Sasona Êlihê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa xwendekaran a ku ji gund ber bi navçê ve diçû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji kontrolê derket û gindirî newalê.

Di encama qezayê de kesê bi navê Selîm û xweha wî ya bi navê Yasemîn Parlak canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Tê diyarkirin rewşa hinek birîndaran dijwar e.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)