Ji ber teqîna li Gîneya Ekvator hejmara mirîyan derket 98 kesan

Doh li bajara Bataya Gîneya Ekvator li baregeha leşkerî çend teqîn pêk hatin.

Ekleme: 09.03.2021 14:35:20 / Güncelleme: 09.03.2021 14:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama teqînên ku li barega leşkerî pêk hatin de heta niha 98 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 615 kesî jî birîndar bûn.

Teodoro Obiang Nguemayê Serokomarê Gîneyê Ekvator  derbarê mijarê de destnîşan kiribû, teqîn ji ber depoya dînamît û muhîmatê pêk hatiye.

Kesên ku di teqînê de birîndar bûn li nexweşxanê tên tedawîkirin. Tê tirsîn ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)