Rayedarê HUDA PARê ji kontejana ku ji Kurdî re hat veqetandin re bertek nîşan da

Faruk Dînçê Serokê Bajara Diyarbekirê yê Partîya Doza Azad derheqê kontejana ku ji bo mamostetîya Kurdî hat veqetandin de li ser medyaya civakî daxuyanî da.

Ekleme: 09.03.2021 09:45:29 / Güncelleme: 09.03.2021 09:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dînç di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser welatîyên Kurd û kontejana ku ji bo mamostetîya Kurdî hatiye veqetandin û dû re wiha got: “Li vî welatî 20 milyon Kurd dijîn. 20 hezar mamosteyên bi peyman tên girtin. Ji bo mamostetîya Kurdî bes 3 kontejan tê vekirin. BES 3 KES!We xelet fam nekir!Şîroveyan nekin heke na hûn ê bibin  problem!Nebêjin çima bes 3 kes, naxwe ew ê welat dabeş bibe û bibe piçkûparî.”