Karwana Hêvîyê ya Wanê ji 510 malbatên feqîr re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Wanê li tevahîya wanê di bergeha xebatên ku berî hatibûn destpêkirin de ji 510 malbatên feqîr re alîkarîya erzaqê kir.

Ekleme: 05.03.2021 12:55:10 / Güncelleme: 05.03.2021 12:55:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Seîd Koçê Serokê Komîsyona Tespîtê ya Karwana Hêvîyê ya Wanê derbarê alîkarîyên ku hatin kirin de daxuyanîyek belav kir.

Koç, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ji bo kesên feqîr û jar xebatên xwe yên alîkarîyê zêdetir kirine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di vê mehê de jî me ji wan birayên xwe yên ku ji ber şoba coronavîrusê bêkar mane re alîkarî kir.Kesên ku nikaribûn werin komelê û alîkarîya ku dê em ê bidin wan bigirin me alîkarî bir devê derîyê wan. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.”

Koç di berdewama daxuyanîya xwe de ji bo zêdetir alîkarî bê kirin bang li xêrxwazan kir  da ku ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)