Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de derîyeke nû ya sînor tê vekirin

Derîyê Sînor a Seyranbend a di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ev bû 20 sal ku bi şikleke xeyrî resmî faal bû ku ji bo ev yek bibe fermî di navbera terefand de lihevkirin çêbû.

Ekleme: 01.03.2021 12:05:22 / Güncelleme: 01.03.2021 12:05:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rayedarên Herêma Kurdistanê û Îranê doh li derîyê sînor lêkolînên pêwîst kirin û derbasî civînê bûn. Di civîna ku hat lidarxistin de tiştên klu divê li derîyê sînor bên kirin hatin gotûbêjkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Çeto Salih ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Berdevkê Salih di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji bo ev derîyê sînor bibe fermî amadehî û xebatên pêwîst tên kirin.(ÎLKHA)