Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 525 hezaran

Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan bi zêdebûna 1532 kesan gihaşte 525 hezar û 776 kesan.

Ekleme: 01.03.2021 09:25:21 / Güncelleme: 01.03.2021 09:25:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî "Worldometers"a ku agahîyên Covîd-19 berhev dike li Amerîkayê kesên ku vîrûs bi wan re hatîye tespîtkirin 29 mîlyon û 255 hezaran derbas kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Amerîkayê kesên ku vîrûs bi wan re hatîye tespîtkirin bi zêdebûna 67 hezar û 819 kesan derket 29 mîlyon û 255 hezar û 344 kesan.

Di nav eyaletên Amerîkayê de di warê mirina ji ber Coronavîrusê Kalîfornîya serî dikşîne. (ÎLKHA)