Îsal dê rêwresmên bîranîn û serdana welatiyan ya ji bo Mezarê Nemiran neyê tertîpkirin

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Baregeha Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê ve hat belavkirin, îsal dê rêwresmên bîranîn û serdana welatiyan ya ji bo Mezarê Nemiran birêve naçê.

Ekleme: 27.02.2021 13:55:11 / Güncelleme: 27.02.2021 13:55:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Îsal rêwresmên bîranîn û serdana welatiyan ya ji bo Mezarê Nemiran birêve naçê”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin:  “Li gel nêzîkbûna bîranînên meha adarê, agahdarî welatiyên xweşdivî û hemû çînan dikîn ku ji ber pejika Korona û pêgirî bi rêkarên tendirustiyê û bi navê parastina selametiya xelkê xweşdiviyê Kurdistanê, îsal rêwresmên bîranîn û serdana welatiyan ya ji bo Mezarê Nemiran birêve naçê.Ji bilî spas û pêzanînên me yên ji bo welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê, hêviya selametî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazîn.”(ÎLKHA)