Mînbûsa ku karkeran vediguhast qeza kir: 12 birîndar

Li Rihayê mînîbusa ku karkeran vediguhast ji ber ku tekel teqîya qeza kir.

Ekleme: 27.02.2021 11:05:21 / Güncelleme: 27.02.2021 11:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser 25emîn Rêbeja Hîlwan-Rihayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa  bi plaqeya 72 AT 788 a ku ajokarê wê Xelîl K. Bû ji ber teqîna tekelê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk  hat de 12 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)