Li Nîjeryayê zêdetirî 300 xwendekar hatin revandin

Li parêzgeha Zamfaraya Nîjeryayê zêdetirî 300 xwendekarên qîz ji mektebê hatin revandin.

Ekleme: 26.02.2021 15:05:27 / Güncelleme: 26.02.2021 15:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di wextên şeveqê de kesên çekdar bi ser Lîseya Qîzan a Dewletê ya li herêma Jangebeyê de girtin.

Di serdegirtina ku hat kirin de kesên çekdar zêdetirî 300 xwendekarên qîz revandin.

Derbarê mijarê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn û tu kesî jî bûyerê li ser xwe negirt.(ÎLKHA)