Hikûmeta Kurdistanê xebera PKKê tekzîb kir

Li gorî hinek nûçeyên çepemenîyên ku nêzî PKKê ne derket Herêma Kurdistanê kesê bi navê Omer Bartan teslîmî Tirkîyê kir.

Ekleme: 26.02.2021 14:20:31 / Güncelleme: 26.02.2021 14:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê derbarê vê nûçeyê de daxuyanîyek belav kir û tiştê ku tê îddîakirin tekzîb kir.

Di daxuyanîyê de wisa hat gotin: “Di çend rojên borî de, çapemenîya PKKê, nûçeyek belav kiriye ku qaşo kesekî bi navê Omer Bartanê xelkê navçeya Tatwanê, bi awayekî çavgirêdayî, ji Tirkiyê re hatiye teslîmkirin. Em vê nûçeyê red dikin û weke hewleke din a berevajokirina ragihandina PKKê dibînin ku ji bo xerakirina navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lewma ti bingeha vê nûçeyê nîne.”(ÎLKHA)