180 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin

Hat ragihandin 180 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin ber bi Tirkîyê û di behrê de mahsûr mabûn, hatin rizgarkirin.

Ekleme: 23.02.2021 14:15:24 / Güncelleme: 23.02.2021 14:15:24 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; li navçeya Dîkîlîya Îzmîrê, navçeya Kuşadasiya Aydinê, navçeya Ayvacika Çanakkalê û navçeya Ayvalika Balikesîrê  180 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin ber bi Tirkîyê û di behrê de mahsûr mabûn, hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)