Erdogan û Rûhanî hevdîtin kirin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser telefonê hevdîtinek kirin.

Ekleme: 22.02.2021 08:10:21 / Güncelleme: 22.02.2021 08:10:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku hat kirin de bihêzkirina pêwendîyên du alî hat gotûbêjkirin.

Erdogan derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û derbarê mijarê de destnîşan kir: “Min û birayê min ê hêja Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser telefonê hevdîtin kir.Di hevdîtinê de meseleyên aborî, ragihandin, ewlehî û hevkarîyê hatin gotûbêjkirin.”(ÎLKHA)