Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 95 hezaran

Hat ragihandin li Îtalyayê di rojekê de ji ber Coronavîrusê 232 kes mirin û hejmara mirîyan derket 95 hezar û 718 kesan.

Ekleme: 22.02.2021 07:55:21 / Güncelleme: 22.02.2021 07:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îtalyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di rojekê de 13 hezar û 452 kes bi vîrusê ketin û  ji ber Coronavîrusê 232 kes mirin û hejmara mirîyan derket 95 hezar û 718 kesan.(ÎLKHA)