Li Yemenê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire

Li gorî daxuyanîya Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî “ji ber nexweşîyên ku dikare pêşîya wan bê girtin” li Yemenê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire.

Ekleme: 20.02.2021 10:45:38 / Güncelleme: 20.02.2021 10:45:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Yemenê ev bû 7 sal ku şerê navxweyî berdewam dike ku ji ber vî şerî û êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantî dike her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Li gorî daneyên ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatine belavkirin Yemenî bi qeyrana herî mezin a li cîhanê re rû bi rû amne. Li gorî raportên çavkanîyên xweser ji roja ku şer dest pê kiriye vir ve li Yemenê zêdetirî 60 hezar însan jiyana xwe ji dest dan.

Berî niha derbarê rewşa dawî ya li Yemenê de daxuyanîyek jî ji teref Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hatibû belavkirin. Di daxuyanîya ku hatibû belavkirin de hatibû diyarkirin ji ber şert û mercên giran ên jiyanê û ji ber êrîş, şerê navxweyî ya li Yemenê “serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire.”

Neteweyên Yekbûyî jî derbarê rewşa nebaş a li Yemenê de destnîşan kir, ji ber şer û êrîşan û her wisa şert û mercên nebaş ên jiyanê li Yemenê dibe ku 400 hezar zarok ji birçînan bimirin.(ÎLKHA)