Koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantî kir di rojekê de 15 caran êrîş bir li ser Yemenê

Hat ragihandin koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantî dike di rojekê de 15 caran bi balafiran êrîş bir li ser Yemenê.

Ekleme: 17.02.2021 11:10:29 / Güncelleme: 17.02.2021 11:10:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşên ku hatin kirin de kesekî sîwîl canê xwe ji dest da û gelek kesên sîwîl birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber êrîşan gelek avahî zirar dîtin.

Ji ber êrîşên ku ji teref koalîsyonê ve tên kirin heta niha bi hezaran kes li Yemenê hatin qetilkirin.(ÎLKHA)