Li Rihayê otobusa rêwîyan qeza kir: 3 mirî 41 birîndar

Hat ragihandin li navçeya Bîrecîka Rihayê otobusa rêwîyan li TIRekî qelibî.

Ekleme: 17.02.2021 10:20:43 / Güncelleme: 17.02.2021 10:20:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser 75emîn kîlometreya Riha-Entabê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a aîdî Şîrketa Ozel Diyarbakir ji paş ve li TIRê qelibî.

Di encama qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dan û 41 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)