Li Wanê operasyona PKKê: 27 binçavî

Li dijî kesên ku tê îddakirin ji ber salvegera girtina birêvebirê PKKê Abdullah Ocalan amadehîya çalakîyê dikirin operasyon hat lidarxistin.

Ekleme: 14.02.2021 14:40:41 / Güncelleme: 14.02.2021 14:40:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama operasyonên ku li Wanê hatin lidarxistin de 27 kes hatin binçavkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li dijî kesên ku ji ber salvegera girtina birêvebirê PKKê Abdullah Ocalan amadehîya çalakîyê dikirin operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de 27 kesên şikdar hatin binçavkirin.(ÎLKHA)



Etiketler: