Li Iraqê xwepêşan: Kesek mir 150 kes birîndar bûn

Di encama xwepêşanên ku li parêzgeha Wasita Iraqê hat lidarxistin de kesek canê xwe ji dest da û 150 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.02.2021 11:45:52 / Güncelleme: 10.02.2021 11:45:52 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Iraqî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin;di encama xwepêşanên ku li bajara Kuta parêzgeha Wasita Iraqê hat lidarxistin de kesek jiyana xwe ji dest da û 150 kesên ku di nav wan de hêzên ewlehîyê jî hebûn birîndar bûn.(ÎLKHA)