Li Semsûrê di navbera du malbatan de pevçûn: 7 mirî 2 birîndar

Li navçeya Kahtaya Semsûrê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî derket.

Ekleme: 06.02.2021 11:15:38 / Güncelleme: 06.02.2021 11:15:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin nîqaşa ewil piştî nimêja înê derket. Tê diyarkirin li gundê Teymînlîyê ferdên du malbatan ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn pev çûn. Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 7 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)