Li Etîyopyayê otobusa rêwîyan qeza kir:24 mirî

Li parêzgeha Amharaya Etîyopyayê otobuseke rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de herî kêm 24 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 01.02.2021 10:55:41 / Güncelleme: 01.02.2021 10:55:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên polêsên Amharayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama qezaya ku pêk hat de herî kêm 24 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî giran birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)