Sempozyuma Navneteweyî ya Dijberîya Îslamê dest pê kir

Sempozyuma bi navê “Sempozyuma Navneteweyî ya Dijberîya Îslamê” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.

Ekleme: 30.01.2021 13:50:30 / Güncelleme: 30.01.2021 13:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji Tirkîyê, Kurdistana Bakur û gelek welatên Îslamî  gelek siyasetmedar û akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn. Sempozyum li ser hisabên medyaya civakî yên Rehber TV, Ajansa Nûçeyan a Îlkê û Weqfa Evîndarên Pêxember zindî tê weşandin. Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan modaratortîya sempozyumê dike.

Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş dê axavtina vekirinê ya sempozyumê bike û dê dû re Serokê Meclisa Filistinê Ahmed Bahr, Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam, Endamê Meclîsa Neteweyî  û Sefîrê Filsitînê ya li Enqerê Faîd Mustafa axavtina silavdayînê bikin.

Ew ê di beşa duyemîn a sempozyumê de bi dorê, Dr. Muhemmed Muxtar ji Morîtanyayê, Prof. Dr. Qadir Canatan ji Tirkîyê, Doç. Dr. Eşref Dewwabe ji Misirê, Dr. Abdullah Falik ji Îngîlterê, Dr. Loqman Qadi ji Pakistanê beşdarî sempozyumê bibin û dê di mijarên cûda de pêşkêşîyê bikin.

Ew ê bername bi xwendina encamnameya ku dê bê xwendin bi dawî bibe.(ÎLKHA)