Li Herêma Kurdistanê 2 kes ji Coronavîrusê mirin û 73 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 28.01.2021 15:10:34 / Güncelleme: 28.01.2021 15:10:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 73 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de  2 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3466 kesan; her wisa bi pêketina 73 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 105 hezar û 912 kesan.(ÎLKHA)