Çend kesên ku têkilîya wan bi êrîşa li Bexdayê re hebûn hatin girtin

Hat ragihandin çend kesên ku têkilîya wan bi êrîşa xwekujîyê ya li Bexdayê re hebûn hatin girtin.

Ekleme: 28.01.2021 15:05:31 / Güncelleme: 28.01.2021 15:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Heftîya borî li Bexdaya paytexta Iraqê du êrîşên xwekujîyê hatibûn lidarxistin û di êrîşê de 32 kes canê xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bûbûn.

Endamê Komîsyona Ewlehîyê yê Parlementoya Iraqê Bedir Elzîyadî derbarê mijarê de destnîşan kir, çend kesên ku têkilîya wan bi êrîşa xwekujîyê ya li Bexdayê re hebûn hatin girtin.(ÎLKHA)