Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek û nîv kes vaksîn li xwe dan

Di bergeha lêxistina vaksîna Coronayê de li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek û nîv kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.

Ekleme: 28.01.2021 12:15:41 / Güncelleme: 28.01.2021 12:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî kontrolên ku nêzî 2 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.

Ji 14ê Çileyê vir ve  li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek û nîv kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.(ÎLKHA)