Li Hollandayê ji ber sînordarkirina Coronavîrusê xwepêşan hat lidarxistin: 240 binçavî

Hat ragihandin li gelek bajarên Hollandayê ji ber sînordarkirinê Coronavîrusê bi hezaran xwepêşandêr daketin kolanan û xwepêşan li dar xistin.

Ekleme: 25.01.2021 16:20:39 / Güncelleme: 25.01.2021 16:20:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Hollandayê ji Şerê Cîhanê ya Duyemîn vir ve cara ewil ji ber belavbûna coronavîrusê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ji ber vê yekê gelê Hollanda derket kolanan û tevdîrên coronavîrusê protesto kirin.

Di encama midaxeleya ku hat kirin de gelek xwepêşandêr hatin binçavkirin. Xwepêşandêran li Eindhovenê êrîşî polêsan kirin û wesayît şewitandin.(ÎLKHA)