Li Îranê 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 57 hezar û 481 kesan.

Ekleme: 25.01.2021 15:10:33 / Güncelleme: 25.01.2021 15:10:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 481 kesan û bi pêketina 6 hezar û 309  kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonek û 379 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 481 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 379 hezaran.”(ÎLKHA)