Li Herêma Kurdistanê kesek ji Coronavîrusê mir û 58 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 24.01.2021 16:05:18 / Güncelleme: 24.01.2021 16:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 58 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de  kesek ji ber vîrusê mir. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3454 kesan; her wisa bi pêketina 58 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 105 hezar û 608 kesan.(ÎLKHA)