Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek kes vaksîn li xwe dan

Di bergeha lêxistina vasksîna Coronayê de li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.

Ekleme: 20.01.2021 15:20:28 / Güncelleme: 20.01.2021 15:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî kontrolên ku nêzî 2 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.

Ji 14ê Çileyê vir ve  li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonekî kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.(ÎLKHA)