Li Pakistanê otobusa rêwîyan qulibî: 8 mirî 20 birîndar

Hat ragihandin li herêma Lasbelaya Pakistanê otobuseke rêwîyan qeza kir.

Ekleme: 20.01.2021 10:55:33 / Güncelleme: 20.01.2021 10:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza ji ber sûreta zêde pêk hatiye. Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneya li Quettayê.

Tê tirsîn ku hejmara mirîyan zêde bibe.(ÎLKHA)