Sindoqa reş a balafira ku li Endonezyayê ket xwarê hat dîtin

Hat ragihandin sindoqa reş a balafira ku li Endonezyayê ket xwarê hat dîtin.

Ekleme: 12.01.2021 15:05:28 / Güncelleme: 12.01.2021 15:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Endonezyayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo balafira ku ket xwarê berdewam dikin.

Berî vê çend rojan li Endonezyayê balafireke rêwîyan a ku 62 kes tê bûn ji radarê winda bû ku dû re hat hînbûn balafir ketiye xwarê.

Tê diyarkirin balafira aîdî Rêhewayên Sriwijayayê ye piştî ku bi hewa ket ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket behrê. Cihê ku balafir ketiyê hat tespîtkirin û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirin berdewam dikin.Ji ber şert û mercên giran ên hewayî car car navber ji xebatan re tê dayîn.Di bergeha xebatên lêgerînê de ekîban cesedê rêwîyekî dîtin.

Hat ragihandin sindoqa reş a balafira ku li Endonezyayê ket xwarê hat dîtin.(ÎLKHA)