Ji bo balafira ku li Endonezyayê ket xwarê bê dîtin dê bi 53 keştîyan xebat bê kirin

Hat ragihandin ji bo balafira ku li Endonezyayê ket xwarê bê dîtin dê bi 53 keştîyan xebat bên kirin. Berî vê çend rojan li Endonezyayê balafireke rêwîyan a ku 62 kes tê bûn ji radarê winda bû ku dû re hat hînbûn balafir ketiye xwarê.

Ekleme: 11.01.2021 13:15:34 / Güncelleme: 11.01.2021 13:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tê diyarkirin balafira aîdî Rêhewayên Sriwijayayê ye piştî ku bi hewa ket ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket behrê.

Hat hînbûn li cihê ku balafir ketiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi 53 keştîyan bê kirin.

Ji ber şert û mercên giran ên hewayî car car navber ji xebatan re tê dayîn.(ÎLKHA)