Rêjeya bêkarîyê ya meha Cotmehê hat daxuyandin

Rêjeya bêkarîyê ya meha Cotmehê ji sedî 0.7 puan kêm bû û bêkarî daket ji sedî 12,7an.

Ekleme: 11.01.2021 11:05:31 / Güncelleme: 11.01.2021 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rêjeya bêkarîyê di meha Îlona sala 2020an de 391 hezar kes kêm bû û daket ji sedî 12,7an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha cotmeha sala 2020î hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha Cotmehê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0.7 puan kêm bû û daket ji sedî 12,7yan.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha Cotmehê de li gor heman meha sala borî 896 hezar kes kêm bû û daket 27 milyon û 447 hezar kesan.(ÎLKHA)