Kitêba “Mesûd Barzanî, Pêşmergeyê Serxwebûnê” hat belavkirin

Kitêba bi navê “Mesûd Barzanî, Pêşmergeyê Serxwebûnê” bi zaravayên Kurmancî û Soranî hat belavkirin.

Ekleme: 07.01.2021 14:05:32 / Güncelleme: 07.01.2021 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Belgesela bi navê “Mesûd Barzanî, Pêşmergeyê Serxwebûnê”  ya ku di bin sponsorîya medyayê ya Koma Tora Rûdawê de hatibû amadekirin wek kitêb hat belavkirin.

Kitêb ji teref Aso Hacî ve hat amadekirin û ji teref Besam Mistefa ve hat wergerandin Kurmancî.

Di kitêbê de qala micadeya serxwebûnê ya Mesûd Barzanî ya ku di 16 Tebaxa sala 1946an de li Mehabadê dest pê kir û heta 25ê Îlona sala 2017an ango wextê referandûma serxwebûna Kurdistanê berdewam kir, tê kirin.

Di kitêbê de cî hat dayîn hevpeyvînên ku bi Barzanî û hevalên wî re hatiye kirin. 

Pdfên kitêban li ser înternetê hat weşandin.

Hûn dikarin PDFa kitêbê ya bi zaravaya Kurmancî ji vir daxin.(ÎLKHA)