Li Amerîkayê di serdegirtina Kongreyê de 4 kes mirin

Di serdegirtina ku doh li Amerîkayê li Kongreyê hat kirin de 4 kes mirin.

Ekleme: 07.01.2021 09:35:25 / Güncelleme: 07.01.2021 09:35:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di dema ku  tesdîqkirina hilbijartinan dihat kirin terefdarên Trump di ser kongreya ku lê dengdayîna tesdîqkirinê dihat kirin de girtin.

Piştî ku Trump destnîşan kir ew ê encamên hilbijartinan qebûl neke re terefdarên Trump û polês bi hev ketin ku ji ber vê yekê derîyê kongreyê hat girtin û dengdayîn hat betalkirin.

Ji ber bûyerên ku pêk hatin 4 kes mirin, 52 kes hatin binçavkirin.Tê diyarkirin li Washingtonê qedexeya derketina derve hat îlankirin ku li gorî daneyên dawî qedexe heta 15 rojan hat dirêjkirin.(ÎLKHA)