Di dema ku tesdîqkirina hilbijartinan dihat kirin terefdarên Trump di ser kongreya ku lê dengdayîna tesdîqkirinê dihat kirin de girtin.
Piştî ku Trump destnîşan kir ew ê encamên hilbijartinan qebûl neke re terefdarên Trump û polês bi hev ketin ku ji ber vê yekê derîyê kongreyê hat girtin û dengdayîn hat betalkirin.
Ji ber bûyerên ku pêk hatin li Washingtonê qedexeya derketina derve hat îlankirin ku li gorî daneyên dawî qedexe heta 15 rojan hat dirêjkirin.(ÎLKHA)