Li Herêma Kurdistanê 3 kes ji Coronavîrusê mirin û 107 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 06.01.2021 16:40:28 / Güncelleme: 06.01.2021 16:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 107 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 3 kes ji ber vîrusê mirın. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3406 kesan; her wisa bi pêketina 107 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 103 hezaran.(ÎLKHA)