Li Pakistanê 11 karkerên madenê hatin kuştin

11 karkerên madena komirê yên ku li parêzgeha Belucistana Pakistanê hatin revandin, hatin kuştin.

Ekleme: 03.01.2021 13:10:06 / Güncelleme: 03.01.2021 13:10:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Komîserê Bolanê Murad Kasî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Kasî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; kesên çekdar ên ku nasnameyên wan nediyar in di ser madena komirê de girtin û 11 karkeran kuştin û 3 heb jî birîndar kirin.

Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)