Li Erebistana Siûd qedexeya çûyîn û hatinê hat rakirin

Erebistana Siûd qedexeya temamê seferên navneteweyî û çûyîn û hatinên bejayî û behrê rakir.

Ekleme: 03.01.2021 13:05:33 / Güncelleme: 03.01.2021 13:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî niha ji ber tespîtkirina coronavîrusa mutant li Erebistana Siûd ji bo du heftîyan qedexeya seyehatê hatibûn îlankirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatiye belavkirin qedexe îro ji seat 11.00an pêve hat rakirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin; kesên biyanî dema ku ketin welêt dê testa coronayê li wan bê kirin û dê 14 rojan di karantînayê de bên girtin.(ÎLKHA)