Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 812 hezaran

​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 812 hezar û 233 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 31.12.2020 10:05:31 / Güncelleme: 31.12.2020 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 812 hezar û 233 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  83  milyon  û  70  hezar û 945 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 350 hezar kesî.(ÎLKHA)