Wesayîta ku personelê tenduristîyê vediguhast qeza kir: Mirîyek 12 birîndar

Li Hatayê wesayîta ku personelê tenduristîyê vediguhast li ser Rêbeja Kirikhan-Reyhanliyê qeza kir.

Ekleme: 29.12.2020 09:30:36 / Güncelleme: 29.12.2020 09:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 31 ABR 732 a ku xebatkarên tenduristîyê vediguhast ji ber teqîna lastîkê qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Walîyê Hatayê bi daxuyanîya ku belav kir qezaya ku pêk hatiye teyîd kir.(ÎLKHA)