Li Wanê 9 kîlo 500 gram eroîn hat bidestxistin

Di lêgerîna ku li Wanê di dikanekê de hat kirin de 9 kîlo 500 gram eroîn hat bidestxistin.

Ekleme: 28.12.2020 10:20:34 / Güncelleme: 28.12.2020 10:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajara Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di lêgerîna ku li Wanê di dikanekê de hat kirin de 9 kîlo 500 gram eroîn hat bidestxistin û kesekî bi navê S.F. yê ku têkilîya wê bi bûyerê re hebû hat binçavkirin.(ÎLKHA)