Piştî hevdîtina ku hat kirin re her du serokên giştî daxuyanîya hevpar a çapemenîyê dan û mijarên di rojevê de nirxandin.
Di civîna ku hat kirin de rojnamegeran ji Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam derheqê naveroka hevdîtina ku ew bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re kiriye de pirsek kir.
“Me li Kullîyê meseleya Kurd axivî”
Saglam pirsa ku hat kirin wisa bersivand: “Me li Kullîyê meseleya Kurd axivî. Hinek kes ji vê meselê re dibêje pirsgirêka Kurd; lê belê em wisa nabêjin. Biya me ev yek ne pirsgirêk e, mesele ye. Piranîya welatîyên me di warê nedayîna heqên çandî de gilîdar in.Vaye ev bû 40 sal ku ev yek tê rojevê. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku tê de enerjîya însan tê xerckirin, 50 hezar însan hatin qetilkirin, îqtîsada welêt hat hebakirin. Dema ku em ji hêla maf û heqên însanî yên bingehîn ve li meselê mêze dikin, em dibînin ku temamê însanên ku li welatî dijîn dixwazin wek welatîyê pola yekemîn bê nasîn. Em daxwaz dikin ev yek bi makeqanûnê bê parastin. Em dijber in ku ev yek li gorî hikûmetan xera bibe.Di holê de dewleteke ku Kurd û Tirkan ji roja ewil damezrandine heye. Piştî demekê pêvajoyek pêk hat ku di wê pêvajoyê de qewmek hat înkarkirin û hat qetilkirin. Ev yek ji neslan re tê neqilkirin. Ji ber van qetlîaman însanên vî welatî dixwazin bi makeqanûnê de bên nasîn. Em vê telebê li her cî û mekanî tînin ziman. Piranîya hevdîtina me ya bi Erdogan re li ser meseleya Kurd bû. Dibe ku hemû kes li gorî xwe navekî vê meselê bike. Di holê de problemek heye û divê ev yek bê çareserkirin. Hemû kes terefdarê vê yekê ye.”
“Di warê mafên însanî yên bingehîn de pêdivî bi pêkhatineke nû tune ye, pêdivî bi zihniyeteke nû heye”
Di daxuyanîya çapemenîyê de ji Îshak Saglam pirsa destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareserîyê hat kirin. Saglam pirsa ku hat kirin wisa bersivand: “Di warê mafên însanî yên bingehîn de pêdivî bi pêkhatineke nû tune ye, pêdivî bi zihniyeteke nû heye. Makeqanûnê deynin ber xwe û ji bo vê meselê çi lazim be wî tiştî têxin nava makeqanûnê. Tu kesî ji xwe re muxatab negirin, bila hemû kes di nav hizûr û aramîyê de bijîn. Ji ber ku hinek kes di destên wan de çek hene, ji wan tê xwestin ku çekan berdin û ji bo vê yekê mafên Kurdan dikin mijara bazarê ku em dijberê vê yekê ne.”(ÎLKHA)