Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya 821 gundan hat girtin

Ji ber berfa ku zêde barîya li Bakurê Kurdistanê rêya 821 gundan ji çûyîn û hatinê re hat girtin.

Ekleme: 23.12.2020 11:45:30 / Güncelleme: 23.12.2020 11:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfê li Bidlîsê  rêya 224 gundan, li Wanê rêya 372 gundan, li Colemêrgê rêya 74 gundan û li Mûşê jî rêya 151 gundan hat girtin.

Ji bo rêyên ku ji ber berfê hatine girtin xebatên paqijkirinê dest pê kirin û bênavber berdewam dikin.(ÎLKHA)