Ji Leyla Guvena HDPyî re 22 sal û 3 meh ceza hat dayîn

Ji Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guvena ku parlementerîya wê hatibû betalkirin re 22 sal û 3 meh ceza hat dayîn.

Ekleme: 21.12.2020 14:09:35 / Güncelleme: 21.12.2020 14:09:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  îro doza ku derheqê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guvena ku parlementerîya wê hatibû betalkirin de hatibû vekirin de li Diyarbekirê hat dîtin.

Di encama doza ku hat dîtin de ji Leyla Guven re bi sûcdarkirina “sazkirina rêxistina terorê û îdarekirina wê” û “endambûna rêxistina terorê” 22 sal û 3 meh ceza hat dayîn.(ÎLKHA)